Lehî

  1. home
  2. Books
  3. Lehî

Lehî

3.78 5 2
Share:

"Ez di nav rastî û xeyalan de dijiyam. Rastî û xeyalên min carina bi hev re mîna babîsokekê li ser serê min radibûn, ez dikişandim û...

Also Available in:

  • Amazon
  • Audible
  • Barnes & Noble
  • AbeBooks
  • Kobo

More Details

"Ez di nav rastî û xeyalan de dijiyam. Rastî û xeyalên min carina bi hev re mîna babîsokekê li ser serê min radibûn, ez dikişandim û dibirim. Ez carina ji xwe, ji rastiya xwe, ji serborî û bîranînên xwe bi dûr diketim û tenê dema niha dijiyam; carina jî min digot tep û ez li erdê diketim û bi hemû rastiyên xwe dihesiyam. Ev çi bû ya ku hatibû serê min?"

Romana Firat Cewerî ya bi navê Ez ê yekî bikujim ku di çapemeniya kurdî û tirkî de dengekî bilind vedabû û bal kişandibû ser birîneke me ya kûr, vê carê derbasî Lehiyê dibe. Lehî wek dewama Ez ê yekî bikujim bi serpêhatiya hersê karakterên sereke; Dîana, Temo û Nivîskar dewam dike. Temo kî kuşt? Çi bi Dîanayê hat? Nivîskar di rewşeke çawa de vedigevize? Kî û çi bûye sebeba trajediya jiyana van lehengan? Cewerî bi hostetî dadikeve kûraniya ruhiyeta karakterên xwe, bêyî ku alî bigire, balê dikişîne.

  • Format:Paperback
  • Pages:224 pages
  • Publication:2014
  • Publisher:Avesta Yayınları
  • Edition:
  • Language:kur
  • ISBN10:6055279959
  • ISBN13:9786055279950
  • kindle Asin:6055279959

About Author

Firat Cewerî

Firat Cewerî

3.80 131 22
View All Books